Bi sedan şêniyên bajarê Helebê bi durişma “Bese tecrîd, faşîzm û dagîrkerî, dem dema azadiyê ye” meşiyan.
Meşê bi pêşengiya navenda Çand û Huner ya Cemîl Horo dest pêk kir. Gelek hunermend û welatî beşdarî meşê bûn. Di meşê de posterên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên banga rakirina tecrîdê hatin hildan.
Meşê ji pêşiya hola civînan ya taxa Şêxmeqsûd dest pê kir û li qada Şehîd Destîna ya beşa rojhilatê taxê bi dawî bû.
Li wir deqeyekê rêz hate girtin. Endamên rêveberiya navenda Çand û Huner ya Cemîl Horo Ehmed Elîko bi zimanê kurdî û Tezyal Çawîş bi zimanê erebî daxuyanî xwendin.
Di daxuyaniyê de berxwedana Îmralî hat silavkirin û hat gotin têkoşîna li hemberî faşîzmê heta rizgarkirina Rêber Abdullah Ocalan wê dewam bike.
DÊRIK
Li herêma Dêrikê jî, bi dehan endamên Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ji bo şermezarkirina kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê meşek li dar xistin.
Meşê ji pêşiya bajarokê Xana Serê dest pê kir û li deriyê ketina bajarok bi dawî bû. Çalakkeran durişmên silavkirina berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şermezarkirina dagîrkeriyê avêtin.






