Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagîrker careke din gundên başûrê Kurdistanê, Behdîna, Biradost û Silêmaniyê bombebaran kirin.
Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagîrker carek din gundên herêma Behdîna, Biradost û Silêmaniyê bombebaran kirin.
Balafirên dewleta Tirk a dagîrker gundê Kêste yê Kanîmasî yê li ser Zaxo bombebaran kir. Li gorî agahiyan ji ber bombebaranê agirekî mezin bi herêmê ket.
Balafirên dagîrkeran di heman demê de herêma Xakurkê û gundê Bêrkim a Herêma Biradost jî bombebaran kirin. Li wir jî ziyaneke mezin gihîşt bax û baxçeyên welatiyan.
Balafirên artêşa Tirk a dagîrker gundên bajarokê Pişder ya dikeve ser herêma Raperînê jî bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de zirar gihîşt mal û milkên welatiyan.






