Bi sedan şêniyên navçeya Şedadê û gundewarên wê cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Mihsin Sadûn li Goristana Şehîdan a Şedadê veşartin.
Girseya gel cenaze ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê girt û bi karwanekî wesaitan bi rê ket.
Di merasima li goristanê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Nacî Nicûm axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.
Paşê bi navê Meclisa Leşkerî ya Şedadê fermandar Cesûr Amûdê axivî û got heta rizgarkirina herêmên dagîrkirî ji dewleta Tirk û çeteyên wê, wê têkoşîn dewam bike.
Di dawiyê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ceham Ferec wesîqeya şehîd Mihsin Sadûn xwend û radestî malbatê kir.
Cenaze bi sloganan hat veşartin.





