Rojnameya Ronahî

Şêniyên Hesekê di merasima cenazeyê şehîd Umran de soza şopandina riya şehîdan da

Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê û gundên wê cenazeyê şervanê Hêzên Erkê Xweparastinê Umran El-Hamid li Goristana Şehîd Dijwar veşartin.

Welatiyan cenazeyê şehîd Umran El-Hamid ji ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê girt û bi karwanekî wesaitan ber bi Goristana Şehîd Dijwar ve ketin ser rê.

Di merasima li goristanê de Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Bedrî Hewale axivî û sersaxî ji malbatê re xwest.

Herwiha Berpirsê Têkiliyan ê Hêzên Erka Xweparastinê Salim Îbrahîm got, “Hêzên me wê gelê xwe biparêzin. Vîn û israra wan roj bi roj zêde dibe. Emê heta rizgarkirina tevahiya herêmên dagîrkirî ji dewleta Tirk û çeteyên wê têbikoşin.”

Pişt re endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbata şehîd kir.

Di merasimê de nasnameya şehîd Dêrsim Ehmê (Qendîl) ê li çiyayên Kurdistanê şehîd bûyî hat eşkerekirin.

Di dawiya merasimê de girseya gel cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayîkan de veşart.