Bi sedan şêniyên navçeya Til Temir ya kantona Hesekê beşdarî merasima cenazeyê endamê Hêzên Asayişê Fewaz Emîn bûn, ku 14’ Îlonê li ser erkê xwe şehîd bû.
Di merasima li goristanê de bi navê Hêzên Asayişê endamê rêveber Selman Nûhî û bi navê malbata şehîd Mehmûd Emîn axivîn.
Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hat xwestin û behsa keda şehîd Fewaz ji bo xizmeta welat û gelê xwe kirî hate kirin. Herwiha behsa rola Asayişê û şehîdan ya di parastina aramiyê de hat kirin.
Piştî axaftinan nasnameya şehîd Fewaz Emîn hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.
Di dawiya merasimê de cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayîkan û durişmên “Şehîd Namirin” de hat veşartin.






