Hêzên Ewlekariya Hundir yên kampa Holê, cenazeyên sê kesan dîtin. Lêpirsîna têkildarî bûyerê dewam dike.
Hêzên Ewlekariya Hundir di beşa taybet ya penaberên Iraqê yên li kampa Holê de cenazeyên 3 kesan dîtin.
Navê kesên hatîn kuştin wiha ne: Ebdullah Riyad (16) û Mecîd Xelef (23) ji beşa penaberên Iraqê ne û Rewa Ebûd Elî (18) ji Helebê ye.
Hêzên Ewlekariya Hundir diyar kirin ku cenaze şeva Pêncşema borî saet 20:00’an hatine dîtin û texmîn dikin ku bi demançeyên bêdeng hatibin kuştin.
Lêpirsîna derbarê bûyerê de dewam dike. Jinên DAIŞ’î yên li kampê bi vê bûyerê tên sûcdarkirin.
Kampa Holê 45 km li rojhilatê bajarê Hesekê ye. Li kampê ser 67 hezar kesî re ji penaberên Iraqê, koçberên Sûriyê û malbatên çeteyên DAIŞ’ê hene.





