Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê nasnameyên sîvîlên ji aliye çete û
istixbarata Tirkan ve hatîn revandin, eşkere kirin.
Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagîrker hin sşvîlên Kurd bi behaneya ku berê têkiliyên wan bi Rêveberiya Xweser re hene, revandin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, nasnameyên sîvîlên hatîn revandin eşkere kirin.
Li gorî rêxistinê kesên hatîn revandin ev in; Kemal Yûsif û kurekî xwe, ji gundê Termîşa yê navçeya Şiyê û ajokarek ku navê wî nehat zanî.
Birayê Kemal, Luqman Yûsif, ji gundê Termîşa yê Şiyê tevî kurekî xwe. Xedîca Ebû Ebdo Serî (32), dermansaz.
Cemîl Hemo ji gundê Cobana. Mihemed Bekir (Mamo Belek) ji gundê Qermitliq.
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê jimara welatiyên Kurd ên hatîn revandin û li Cindirêsê tên girtin 7 e.





