Endamê Yekştiya Nivîskarên Kurd-Sûriyê Ridwan Mihemed diyar kir ku Erdogan siyaseta xwe li ser dijminiya Kurdan ava dike û dibêje, “Kurdê baş, Kurdê mirî ye”. Ridwan Mihemed wiha got: “Tirkiye li her derê êrişî Kurdan dike. Eger li Afrîka jî destkeftiyên Kurdan hebin, wê êrişî wan bike.”
Ridwan Mihemed got, divê haya gelê Kurd ji siyaseta Tirkiyê ya li dijî Kurdan hebe û got, “Armanca vê siyasetê qirkirina Kurdan e. Ji ber wê divê Kurd xwe biparêzin û li dijî êrişên Tirkiyê berxwedanê xurt bikin.”
Endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriyê Fewaz Osî jî bal kişand ser rola rewşenbîran ya di vê qonaxê de û got, “Divê rewşenbîr piştgiriya berxwedana gelê Kurd ya li dijî êrişên Tirkiyê bikin û siyaseta Tirkiyê ji raya giştî ya cîhanê re eşkere bikin.”
Osî got, divê rewşenbîr herwiha li kêleka parêzvanên gelê Kurd bisekinin û her rewşenbîrek pênûsa xwe bike xizmeta gelê Kurd û sûcên dewleta dagşrker belge bike.