Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriyê (YNKS) konfransa xwe ya çaran, li Hola Zana ya bajarê Qamişlo li dar xist.
Konferansê bi tevlîbûna 50 delegeyan û bi amadebûna endamên Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê, Hevgirtina Rewşenbîrên Rojava yê Kurdistanê HRRK`ê, Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê û Desteya Çandê ya herêma Cizîrê dest pê kir.
Hola konferansê bi wêneyên nivîskar, rewşenbîr û helbestvanên Kurd hat xemilandin. Destpêkê endamê komîteya rêveber a YNKS’ê Fewaz Osê axivî û bixêrhatina beşdaran kir.
Piştî rêzgirtinê hevserokê Desteya Çandê ya herêma Cizîrê Ilyas Sîdo lidarxistina konferansê pîroz kir û got, divê nivîskar bibin mertal li hemberî kesên bîrdoziya şehîdan û şoreşê bêwate dikin. Hêviya me bi nivîskar û rewşenbîrên me pir mezin e ku wê bikarin erkê xwe rewşenbîrî pêk bînin û mafê gelê xwe misoger bikin.”
Pişt re hevserokê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojava yê Kurdistanê HRRK`ê Welîd Bekir axivî û got, “Divê nivîskar û rewşenbîr bikarin zimanê kurdî û çanda kurdî xurt bikin. Herwisa divê li kêleka şervanan bi pênûsa xwe bisekinin û bi azadî bi pênûsa xwe serhatiyên şervanan binivîsin.
Herwiha hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê Ebûda Mexso axivî û daxwaziya hevgirtinê ji rewşenbîran kir.






