Li gundê Mereskê yê navçeya Şera ya kantona Efrînê ya dagîrkirî liv û tevgereke zêde ya çeteyên Cebha Şamiyê heye. Li aliyekî din artêşa Tirk hêza xwe li gundên Dêr Belût û Kîmarê xurt dike.
Vê dawiyê li bajarê Efrînê yê dagîrkirî aloziya ewlekariyê ya çeteyên artêşa Tirk a dagîrker heye.
Çavkaniyên taybet ragihandin ku li gundê Mereskê yê girêdayî navçeya Şera ya kantona Efrînê ya dagîrkirî liv û tevgerkeke zêde ya çeteyên Cebha Şamiyê, heye.
Li gorî çavkaniyan, tevlîheviya ewlekariyê ew e ku 10 malbatên çeteyên bi ser malên şêniyên gundê Mereskê de girtin û xwestin kiriya malên ku lê dimînin bidin.
Ji aliyekî din ve, erebeyên leşkerî yên girêdayî artêşa Tirk a dagîrker ji herêma Hatay ya Tirkiyê derbasî baregehên Tirkiyê yên li gundê Dêr Belûtê yê navçeya Cindirêsê û gundê Kîmarê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê bûn, ku di nav de panzêr û cebilxane jî hebûn.





