Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundir Mihemed El-Îsa ku roja Sêşemê li ser erkê xwe şehîd bûbû, li goristana Şehîdan a Tebqa hat veşartin.
Ji ber tedbîrên li dijî koronavîrûsê, malbatên şehîdan û endamên Hêzên Ewlekariya Hundir û nûnerên Meclisa Leşkerî ya Tebqa tenê beşdarî merasima veşartina cenazeyê şehîd Mihemed El-Îsa bûn.
Di merasimê de endamê rêveber yê Meclisa Malbatên Şehîdan Mehmûd El-Şamî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got, “Di rewşa heyî de çavê cîhanê li herêmên me ye. Rojane em şehîdan didin ku jimara wan bûye bi hezaran. Li ser her bosteke vê axê dilopek xwîna şehîdan heye.”
Pişt re endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Foza Mihemed nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.
Hevalên şehîd, cenaze di nava durişman de spartin axê.





