Şêniyên navçeya Til Hemîsê bang li gelê Sûrî kirin ku bibin yek û li hemberî êrişên dewleta Tirk bisekinin.
Şêniyên navçeya Til Hemîsê li hemberî êrişên dewleta Tirk ên bênavber li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin, nerazîbûna xwe nîşan dan û teqez kirin ku armanca dewleta Trik ew e ku di nava gelê herêmê de tirsê belav bike, tevliheviyê derxe û hevgirtina niştimanî ji hev bixe.
Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê û endamên Rêveberiya Xweser ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagîrker meşek li dar xistin û bang li gelên Sûriyê kirin ku li dijî dagîrkeriyê bibin yek.
Şêniyên tevlî meşê bûyîn, alên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Kongreya Star û pankartên “Na ji dagîrkeriya Osmanî ya nû re”, “Em ji axa xwe û azadiya xwe paşde venagerin”, û “Na ji terorîst Erdogan re” bilind kirin.






