Polîsên leşkerî yên Rûsya û hêzên artêşa Tirk li gundewarên navçeya Dirbêsiyê û Zirganê dewriyeyeke hevbeş pêk anîn.
Dewriyeya Rûsya-Tirkiyê di çarçoveya peymana 22`yê Cotmeha 2019`an de ku piştî artêşa Tirk herêma Serê Kaniyê û herêma Girê Spî dagir kir, li dar dikeve.
Tevî ku peyman balê dikişîne ser sekinandina sûcên kuştinê, lê dîsa jî artêşa Tirk û çeteyên wê peymanan binpê dikin û bi her cure çekan êrişî gundên welatî lê dimînin, dikin. Roja Çarşemê jî gundê Um El-Kêf ê gundewarên navçeya Til Temir topbaran kirin.
Roja Pênşemê jî polîsên leşkerî yên Rûsya û leşkerên Tirk li gundewarên Dirbêsiyê û Zirganê dewriyeyeke hevbeş pêk anîn.
Dewriyeya 29`an ji gundê Şêrikê yê rojavayê Dirbêsiyê dest pê kir û ber bi gundê Kesra yê li Zirganê, gundê Itêşan û Berkevirê yên li Dirbêsiyê ve çû.
Dewriye ji 4 panzêrên leşkerî yên her du aliyan û ji du helîkopterên Rûsya pêk dihat.






