Li gorî gelek raporan çeteyên DAIŞ`ê Tebaxa borî li Iraqê ser 100î re êriş pêk anîn. Ev jî metirsiyên vegera DAIŞ`ê zelaltir dike.
Fox News a Emerîka ku agahiyên xwe dispêre rapora Yekîtiya Lêkolîn û Analîzên Terorê (TRAC), di meha Tebaxê de şaneyên DAIŞ`ê li seranserê Iraqê zêdetirî 100 êriş pêk anîne. Di encamê de rêjeya êrişan ji sedî 25 zêdetirî meha Tîrmehê ye.
TRAC`ê piştrast kir ku herî zêde êriş li herêmên berî niha ji komên tundrew hatibûn rizgarkirin, pêk hatine.
Tevî ku ji beriya 3 salan ve DAIŞ li herêma Iraqê têk çûye, lê piştî vê raporê metirsiya vegera DAIŞ`ê li herêmê û li welatên cîhanê zêde bûye.
Li Sûriyê ya cîrana Iraqê, li bajarê Reqayê ku navenda xîlafeta wê bû, komên alîgirên DAIŞ`ê êrişên xwe yên kujer didomînin.
Yekşema borî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku çeteyên DAIŞ`ê li nêzî herêma Deşîşa ya nêzî sînorê Iraqê, 4 şervanên wê şehîd xistine.






