Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Partiya Vîna Gel 31`ê Tebaxê têkildarî çareseriya siyasî li Sûriyê, li paytexta Rûsya Moskova piştî mûzakereyê peymanek imze kirin.
Têkildarî rewşa berî imzekirina peymanê, hevserokê MSD’ê Riyad Derar wiha got: “Berî 3 mehan amadekarî û peywendî di navbera endamên bûroya siyasî ya Partiya Vîna Gel û MSD`ê de dest pê kirin. Her du aliyan nêrînên xwe yên têkildarî çareseriya siyaysî û paşroja Sûriyê bi hev re parve kirin û li ser imzekirina peymanê li hev kirin. Ev gav di çarçoveya hewldanên MSD`ê yên avakirina têkiliyên bi tevayiya hêzên siyasî yên aktîd ên hundir û derve yên ku beşdarî civîn û akîtîvîteyên komîteya destûrê û desteya danûstandinan bûne re, pêk hat.
“XALÊN GIRÎNG”
Derar têkildarî xalên lihevkirinê diyar kir ku li ser 5 xalan lihev kirine û wiha domand: “ Me ev xal di destpêk û dawiya mûzakereyê de ku li ser lihevkirin çêbûye bîr xistin. Xalên mûzakeriyê girîngiya pêkanîna nêrîna siyasî û fikrî ya hevbeş, Sûriyeke demokratîk û nenavendî destnîşan dike. Di rastiyê de ev tiştekî girîng bû ku li ser bê rawestandin, da em wek nêrîneke hevbeş a yek ji armancên MSD`ê ye nîşan bidin û paşroja Sûriyê xêz bikin. Partiya Vîna Gel jî heman nêrînê erê kir.”
Derar wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Dibe ku ev çareseriya siyasî dirêj bike, lêbelê divê em bi çareseriya siyasî ya durist bikin da bighîjin lihevkirinê.”