Derwêş M. FERHO
Di nava YE de çendîn kes ketine dewrê ku ev pirsgirêka ku dewleta Turk afirandiye çareser bibe. Yek ji wan Angela Merkel e ku niha serokatiya YE dike. Wê ji serokkomarê Turkiyê Erdogan û ji serokwezîrê Yewnanîstan Mitsotakis re rasterê bi telefonê axaft. Bê fêde. Rayedarên Turk li ser ya xwe radiwestin û dibêjin “emê lêgerînên xwe bidomînin.” Komîsyona Ewropa û YDA paş vê yekê piştgiriya xwe ji bo Yewnanîstan, pey Fransa, Kibris û Îtalya, dane zanîn.
Wek tê zanîn Yewnanîstan 400 sal di bin destê Osmaniyan de ma. Kîn û tirseke veşartîdi di nava Yewnaniyan de di hember Osmaniyan û mîratexwarên wan Turkan heye. Bi taybetî di rojên îro de ev tirs piçekî zêde bû ye.
Ji sedema ku rayedarên Turk di roja îro de di nava krîzeke aborî, dîplomatîk û civakî de ne û bi rêya gefan li hember Yewnanan rojeva xwe diguherin. Tê bîra me be, berê çendekî rayedarên Turkan berê penaberan bi alîkariya fermî, heşkere didan giravên Yewnanîstan. Guhên xwe nedan gotinên ti dewlet û hêzên derdorê xwe. Li ber çavên temamiya dinyayê Hagia Sophia (Dêra Aya Sofya) kirin mizgeft.
Bi ser de jî Erdogan Yewnanîstan tehdîd dike. “Dewlet û sebra me neceribînin.”
Almanya wezîrê karê derve şand Yewnanîstan û Turkiyê. Lê xuya bû ku ti encamên erênî peyda nekir. Di axaftina xwe de da zanîn ku “çirîskek piçûk dikare bibe sedema agirekî mezin.”
Erdogan jî bi awayekî tehdîdwarî axaftina xwe didome. “Turkiyê malê xwe di Zeryaya spî, Zeryaya Ege û Zeryaya Reş dixwaze. Çi mafê me be, li ser wê naxavin. Ji bo vê di ware siyasî, aborî û leşkerî de çi pêdivî hebe wê dikin.” Û van gotinan di hember YE û YA de heşkere dike. Rêgezên navneteweyî binpê dike. Dibîne ku kiryarên rasterê û dijwar ji aliyê YE û YA xuya nakin. Loma jî ev cesaret.
Berî heftiyekê wezîrên karê derve yên YE li hev civiyan û ev pirsgirêk axaftin. Ji wira jî encameke ku pozê rayedarên dewleta Turk bixwerîne derneket. Dîsa gotinên gurover, dîsa laveyên ku tê hesabê dewleta Turk. Banga Serokkomarê Fransa li rayedarên Turkiye jî encam neda. Telefonên Merkel û Charles Michel, serokê Yekîtiya Ewropa, bê wate bûn. Ji frustrasyona xwe Erdogan, serlêdana Beyrûdê ya Macron “şanoyek medyayê ku ji nuh ve xewnên dagirkeriyê pêk tîne” sûcdar kir. Keçelo navê xwe li xelkê ke.
Bê gorman di pey şerrê cîhanê yê yekê de dewleta Fransa û Brîtanya di herêmên Rojhilata navîn de gelek sûc û bêbextî kirine. Ew siyaseta wan heta îro jî berdewam e û bi taybetî di pirsgirêka Kurdan de xwedî îxanetên mezin in ku Kurdistan het roja me di bin êş û kulan de ye. Lê kî di roja îro de dewleta Turk qirêjî, destdirêjî û zmandirêjiyan dike. Dep û dolaban derûyên xwe dikin û poz jî naşewite û kiryarên wan ji wan re dimînin.
Her çend e berpirsiyarên YE behsa behsa bêrêzî û heqaretên rêveberên Turk dikin jî, li gor hin şîrovegirên Ewropî ti wate û encaman nadin. Îtalya ku berê niha piştgiriya Yewnanîstan anîbû ziman, tev Almanya ji sanksiyon pêşerojê di hember Turkiyê de dibêje na. Hin şîrovegirên Ewropî ti wateyê nadin vê siyaset, kiryar û biryaran YE. Ev neyekrêzî jî cesaretê dide dewleta Turk. Dibîne ku YE di hin biryarên xwe de ne xwedî yekrêziyeke durust e.
Hin şîrovegirên Ewropî jî, ji sedema van bûyer û şerrê di navberda du dewletên NATO de di fikara hê zêdetir nakokiyên YE de ne.






