Saturday, June 21, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ferhad Şamî: Pêwîste derfetên zindîkirina DAIŞ`ê ji holê bên rakirin

15/05/2024
in Uncategorized
A A
Ferhad Şamî: Pêwîste derfetên zindîkirina DAIŞ`ê ji holê bên rakirin
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Berpirsê Navenda Ragihandina QSD`ê Ferhad Şamî diyar kir ku çeteyên DAIŞ`ê ji sedî 60 li çolistana Sûriyê tevger dikin û serkerdeyên wê hebûna xwe li herêmên di bin dagirkeriye Tirk de diparêzin û got, “Pêwîste hemû derfetên heyî ku dihêle çeteyên DAIŞ`ê zindî bimîne ji ortê bên rakirin.”

Derbarê jinûzindîbûna çeteyên DAIŞ`ê û hêzên ku destekê didin wan, berpirsê Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ferhad Şamî bersiva pirsê rojnameya me da û hevpeyvîna wiha bû:

Di roja îro de metirsiya çeteyên DAIŞ`ê di çi astê de ye û çete hebûna  xwe li ku derê diparêzin?

Ji bo ku em metirsiya çeteyên DAIŞ`ê nas bikin û têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ`ê bêtir şîrove bikin, pêwîste destpêke em nexşeya belavbûna DAIŞ`ê di roja îro de, li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Iraqê, di heman demê de li ser asta cîhanî nas bikin. Ji ber piştî şerê Baxozê gelek şaxên DAIŞ`ê derketin û navên cûda cûda li xwe kirin. Herwiha piştî ku me serkeftina xwe li Baxozê bidest xist, DAIŞ berê xwe dan aliyên dîtir wek Efrîqiya, Somal û deverên cûda. Him jî li Asya, Afxanistan, derdora Îran, Tacekstan û Turkmenistanê navê DAIŞ`ê Xursanê li xwe kirin, DAIŞ`ê Xuresane jî navekî DAIŞ`ê bi xwe li xwe kiriye, Xuresan jî navekî dîrokiye û DAIŞ jî mejiyê xwe bêtir daye wê derê. Û metirsiya bêtir DAIŞ`ê xuresanî ye.

Li Sûriyê, bi taybetî herêma me ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çeteyên DAIŞ`ê li ser asta erdnîgarî hat tunekirin, lê di dema bûrî de, DAIŞ di hin pêvajoyan re derbas bû. Bi taybet piştî pêvajoya Baxozê DAIŞ belavî hucreyan bûn, di heman demê de jî di nav hin civakên herêmê de dikarîbû xwe veşêrin da ku sûd bigirin, herwiha li xeta Kantona Dêra Zorê û li hin deverên Reqayê bi huczeyên biçûk xwe veşartin, da ku herî kêm heyîna xwe biparêzin û hin çalakiyan bikin, piştî vê pêvajoyê DAIŞ derbasî çolistana Sûriyê bû. Ji xwe xaka Sûriyê ji sedî 60 çolistane, mîna çolistana Hema, Hims, Siwêda, Dêra Zorê, Reqa, Şam û çolistana derdora Helebê heta ku diçe sînorê Îraqê. Herwiha li van deran ji bû finaskirinê riyên istratîcîk gelek caran xistiye bin kontirola xwe. Û ji hin civakan hin êl qezenc kirin bi zext û bêzext û hejmara xwe li wê derê zêde kir. Di heman demê de çûna û hatina serkerdeyên DAIŞ`ê ji bû Sûriyê, riyeke vekirî di navbera Sûriyê û Iraqê de hebû û heta niha ev rê berdewame.

Têkiliyên çeteyên DAIŞ`ê bi herêmên dagirkirî re çawaye?

Çeteyên DAIŞ`ê têkiliyên xwe bi herêmên dibin dagirkeriya dewleta Tirk de saz dikrin, me bi xwe wek hêzên QSD`ê bêtirî 55 navên serkerdeyên DAIŞ`ê yên di rêza yekemî û 2`emîn de, dan kwalisyonê, ew nav jî li Idlib, Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Sipî û Babê xwe bi cih kiribûn, di heman demê de gelek pilanên DAIŞ`ê ji herêmên dagirkiriya Tirk derketin. Û serkerdeyên DAIŞ`ê yên rêza yekemîn de, mîna Ebû Bekir EL-Bexdadî, Ibrahîm Qureyşî, Mahir Ekalir hwd… li van herêman hatin kuştin. Herwiha têkiliya di navbera çolistana Sûriyê û herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de berdewam kir, ji ber di êrişa li ser zindana Sînaa de hat isbatkirin ku êriş di ji herêmên dagirkirî de hat rêvebirin.

Saziya navdewletî ya bi navê saziya ‘Kar’ a Birîtanî ya lêkolîna çekan, isbat kirin çekên ku çeteyên DAIŞ`ê pê êrişî zindana Sînaa kirin ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hatibû şandin. Di dema niha de jî serkerdeyên DAIŞ`ê xwe li herêmên bin dagirkeriya Tirk de diparêzin. ketîbên radîkal ên di nava DAIŞ`ê de ku li hember QSD`ê li Dêra Zorê şer kirin û li hember kwalîsyonê di sala 2016`an li Mûsilê şer kirin, niha ew ketîba qewqaziya, malbatê wan û çeteyên wan li Şêrewa ya bajarê Efrînê hatine bicihkirin, belgeyên wan jî di destên me de hene.

Pêvajoyên ku çeteyên DAIŞ`ê tê de derbas bûne û niha di kîjan pêvajoyê de ye?

Çeteyên DAIŞ`ê li çolistana Sûriyê ji sedî 60 tevger dike, riya qot dike, xerabiyê dike û di çiyayan de xwe perwerde dike. Çeteyên xwe yên birîndar derbasî Tirkiyê kirin, rêkên cûda vekirin, kampê xwe ava kirin, bi taybet di çiyayê Elbuşrî çiyayekî di çolistana Sûriyeyê deye û li wir hemû xerabiyan dike. Herwiha pêvajoya yekemîn a ku DAIŞ belav bû û xwe veşartibû ,ya 2`emîn jî perwerde û xerabkirin û 3`emîn pêvajoya çalakiya ye ku niha berdewam dike. Çeteyên DAIŞ`ê di sala 2023`an de, li çolistana Sûriyê bêtirî 300 caran êriş kir û zêdetirî 400 leşkerên Hikumeta Şamê û melîsên ser bi Îranê ve hatin kuştin. Li herêmên me jî DAIŞ di riya hucreyên biçûk, gelek caran dixwast êrişî hin navendên leşkerî bike, girêdayî wê hizirên DAIŞ`ê yê sereke li ser zindan û kama ku DAIŞ le ye, dixwazin tim êrişî van cihan bikin. Em dizanin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetirî 12 hezar çete hene, ev hemû deponyên DAIŞ`ê ne, serkerdeyên DAIŞ`ê yên zîrek, profîsyonel di milê mayinan, siyoqesrê û tekînî de li cem me girtîne, lewra her tim êriş li ser van deveran heye. Ji ber pêlan wan ya êrişa zindana Sînaa bi ser neket, pilanên xwe paşwext dikin û xwe baş amade dikin. Ya din jî kampên malbatên DAIŞ`ê lê bi cih bûne wek navendên idyolojîk ku perwerdekirina zarok û jinan li ser hizirên DAIŞ`ê dibe, bi taybet kampa Holê, DAIŞ dixwaze wê kampê bi kar bîne, da ku carake din xwe zindî bike.

Di demên dawiyê de çeteyên DAIŞ`ê li çolistana Sûriyê zindî dibe ev yek çawa pêk tê?

DAIŞ niha hinekî zindiye û di pêvajoya çalakiyê de ye, lê têkoşîna me li pêşe û her roj di nava çalakiyan de ye. Di sala 2023`an de me û kwalisyona Navdewletî bi hev re 225 operasyon û çalakî li dijî DAIŞ`ê li dar xist û bêtirî 400 çeteyî me girtin, lê li herêmên çolistana Sûriyê, Rejîma Sûrî lewaze û hêzên Rûsiya jî xwe ji wê derê kişandiye, mejiyê Îran jî niha li şerê Xeza ye, ji bo wê DAIŞ`ê li wan deran zindî dibe û li dijî Rejîmê çalakiyan li dar dixe, dixwaze bajarê sereke, bi taybet bajarê Sireyayê, Xenasir û Sixnî yên girêdayî Tetmirin, Himis, Palmêra, him jî girêdayî Reqa û Dêra Zorê bigire, lewra êriş dike û çekan kom dike. Netewên Yekbûyî jî di sala 2022`an de raporek derxistibû digot bêtirî 12 hezar çeteyên DAIŞ`ê li Sûrî û Iraqê heye bi qasî ku em dizanin niha ew hijmar zêdetir bûye. Ji xwe dema di sala 2017`an de me berê xwe da Baxozê û gundewarê Bakur, Rojhilat, Rojavayê Dêrê me paqij kir Rejîma Sûriyê wê demê ji bo ku em xwe neghînin aliyê din yê avê dev ji DAIŞ`ê ya çolê berda û rê li pêşiya me girt, lewra piştî çend salan DAIŞ dîsa zindî dibe û derbeyan li Rejîma Sûrî dixe, Rejîm jî bi van pêlan, tekîn û hêza ku niha destê wê de ye nikare li dijî DAIŞ`ê karekî pir cidî bike, lewra xeteriya ku DAIŞ careke din zindî bibe. Dibe ku metirsiya DAIŞ`ê ne wek sala 2014`an ne, ji ber têkoşîneke navdewletî li vê derê bi hêzên QSD`ê re ye, lê dîsa jî ew xeterî heye. Û bi qasî agahiyên di dest me de hene, gelek çeteyên DAIŞ`ê di riya avê re nêzî navendên Rejîmê re derbasî herêmên me bûn, me jî li hember wan gelek operasyon kirin û sala 2023`an me 9 serkirdêrên DAIŞ`ê hatin kuştin.

Girêdana çeteyên DAIŞ`ê bi dewleta Tirk re çawa ye?

Wezareta karê derveyî Amerîkayê, gelek encamên ku berê me jî piştrast kiribû, derxist ortê ku ofîsên darayî yên ku diravan ji DAIŞ`ê re dişînin bi taybet di kampa holê de, piraniya wê li Tirkyê ne û gelek kes hatin cezakirin li ser esasê sûcê ku diravan ji DAIŞ`ê re dişînin, gelek wan li Izmîr û Enqera ne, herwiha navendek fermî ya tevlîbûna zarokan li ser hizirên DAIŞ`ê li Enqera heye. Ji bilî tevlîbûna li çolê niha li ser medya dijîtal wek Fêsbok û Tiwetr gelek rûpelên DAIŞ`ê carek din derketine ortê, di wir de jî tevlîbûnê çê dike, hinek ji wan jî hatin girtin hin ji wan jî hîn aktîvin. Navenda serek jî yên tevlîbûna DAIŞ`ê li Tirkiyê ye. Xeteriyeke DAIŞ`ê li ser asteke Navdewletî jî heye. Herwiha li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê dosya DAIŞ`ê, di warê siyasî, hiqoqî û him di warê ewlekariyê de dosyayekî zindî ye. Di warê ewlekariyê de xeteriyeke mezin heye, bi taybet di warê zindan û kampa de. Di warê hiqoqî de jî me berê gotiye pêwîste dadgeheke navdewletî bê çêkirin û DAIŞ hisabê xwe bixwe, heta niha li ser asta navdewletî erêkirineke baş çênebûye, lê em bi israrin ev çete bên dadgehkirin û li herêmên xwe wan cez bikin, di warê siyasî jî bandora xwe heye.

Ji bo tunekirina çeteyên DAIŞ`ê hêzên Ku piştgiriyê didin hêzên QSD`ê hene û DAIŞ çawa wê tune bibe?

Em û koalisyona Navdewletî bi hev re b ji bo tunekirina DAIŞ`ê karên xwe berdewam dikin, lê pêwîste derfetên ku çeteyên DAIŞ`ê jî sûd digire ji ortê bên rakirin. Niha derfetên ku DAIŞ jê sûd digirin gelekin, yek êrişên dewleta Tirk nefesê dide DAIŞ, ji sala 2016`an de me çawa operasisyon li dijî DAIŞ`ê çêkirin ji aliyê dewleta Tirk hatiye astengkirin. Ji bo ku em DAIŞ`ê tune nekin dewleta Tirk gelek pilan kirin. Êrişên li ser herêmên me yên dagirkirî bingehê wê hemû tolhilêdan DAIŞ`ê bû. Lewra em nîqaşên xwe bi kwalisyonê re li pêş dixin ne tenê di warê leşkerî de gerek em DAIŞ tune bikin, yek em derfetê ji ortê rakirin, 2 li ser asta medya progiramên hevbeş çêbikin ku em çavkaniyên DAIŞ`ê tune bikin, 3 navendên ku DAIŞ`ê finsa dike em tune bikin, 4 dosya DAIŞ`ê taybetî dosya zindan û kampê DAIŞ`ê em çareser bikin. Herwiha DAIŞ`ên ku sûc kirine bên cezakirin ji bo ji DAIŞ`ên nû yên ku dixwazin tevlî bibin bin ders, li ser vê bingehê hin pilan û proje hatine çêkirin di dema pêş de wê têkoşîna me ya hevbeş ya bi kwalîsyonê re li dijî DAIŞ`ê wê bêtir mezin bibe û heta wê derbasî qonaxeke dîtir bibe. Ya din jî DAIŞ`ê xuresanê niha berê cîhanê dide xwe, ji ber piştî ku têkoşîna me DAIŞ li Kobanê têk bir, DAIŞ berê xwe da Xuresanê û dixwaze li wir encam bigire, lê ev nayê wateya ku DAIŞ`ê Sûriyê û Iraqê hatiye jibîrkirin, berovajî wê DAIŞ wek rêxistinekî navdewletî li xwe dinere, dixwaze îmareteke îslamî li ser asta cîhanê ava bike, xeteriya DAIŞ`ê ya mezin jî bi vî rengî ye.

Post Views: 110
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Ji bo dadmendî pêk were divê sûcdar werin darizandin’
NÛÇE

‘Ji bo dadmendî pêk were divê sûcdar werin darizandin’

20/06/2025
20’ê Pûşberê Roja Koçberan a Cîhanî
ROJEV

20’ê Pûşberê Roja Koçberan a Cîhanî

20/06/2025
9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû
NÛÇE

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû

19/06/2025
Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin
CIVAK Û JIYAN

Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin

19/06/2025
Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de
ROJEV

Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de

19/06/2025
Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş
ÇAND Û HUNER

Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş

19/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.