Çeteyên dewleta Tirk a dagîrker roja Çarşemê li Efrînê 5 sîvîlên bitemen revandin.
Li gorî agahiyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê dayîn, çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagîrker roja Çarşemê, 5 kesên bitemen bi behaneya ku berê têkiliyên wan bi Rêveberiya Xweser re hene, revandin.
Rêxistinê navên kesên hatîn revandin wiha diyar kirin: Neşet Xelîl Henan, Afir Qaziqlî Ehmo, Eseed Îbrahîm Murad, Mihemed Îbrahîm û Murad Xelîl.
Rêxistinê diyar kir ku kesên hatîn revandin ji gundê Birîmca yê navçeya Malbata ne û got, piştî ku her yekî 800 lîreyên Tirkî dan hatin berdan.






