Roja Duşemê hin kesên nenas gule li serokê meclisa bajarokê Zubyan ê gundewarê Dêrezorê Elî El-Hiweydî Ebû Seed reşandin.
Hewldana kuştina Elî El-Hiweydî Ebû Seed li nêzî çerxeriyê pêk hat.
Şêniyan Ebû Seed rakirin nexweşxaneyê.
Li gorî xebatkarên tenduristiyê rewşa Ebû Seed krîtîk e.






