SOHR’ê ragihand ku li bejayiya Dêrezorê di êrişeke hewayî de ku îhtîmal heye ya Israîlê be, 16 endamên hêzên girêdayî Îranê hatine kuştin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên herêmê, got balafirên ku ihtîmal heye yên Israîlê bin, berbanga sibeha Pêncşemê hêzên Îranê û yek din jî ya girêdayî wê li herêma El-Selaset a çolistana El-Bûkemal li rojhilatê gundewarên Dêrazorê kirine hedef. Li gorî agahiyan, di bombebaranê de kuştî û birîndar çêbûne. Kuştina 9 endamên wan hêzan û birîndarbûna gelekan hatine belgekirin.
Herwiha li gorî SOHR’ê, heman balafirên şer berî wê êrişê, baregeheke girêdayî hêzên Hizbullahê ya Iraqê ku 5 km dûrî keleha Rihbê li dora bajarê Meyadîn li rojhilatê gundewarên Dêrezorê ye, bombebaran kirine û di encamê de 7 endamên wê hêzê hatine kuştin.






