Ji Başûrê Kurdistanê miqdarek derman û alîkariya tibî di dergehê Sêmalka re radestî Heyva Sor a Kurd hat kirin.
Roja Pêncşemê tonek û nîv derman û alîkariya tibî di dergehê Sêmalka re derbasî Rojava bûn û ji aliyê Heyva Sor a Kurdî ve hatin girtin.
Alîkariya tibî ji 8 cureyên dermanan; “Dermanên hesasiyetê yên ji bo zarok û mezinan, dermanên iltihabê, nuqteyên çavan û hebên êşbir” pêk tê.
Têkildarî girtina dermanan, Hevserokê Heyva Sor a Kurdî ya herêma Rojhilat (Şerqiyê) Ehmed Şêxmûs got miqdarê dermanên ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojava bûyî ji dermanên iltihabê û dermanên êşbirê pêk tên.
Ehmed Şêxmûs got ev derman wê li navendên Heyva Sor a Kurdî ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û navendên tenduristiyê yên pêwîstiya wan bi derman hebe, werin belavkirin.






