Bi çavdêriya Nivîsgeha Têkiliyan a Hêzên Sûriya Demokratîk roja Çarşemê bi dehan cenazeyên endamên tugaya 93. ên havîna 2014`an ji hêla DAIŞ`ê ve hatîn kuştin, ji gora komî ya duduyan a li gundewarê Eyn Îsa hatin derxistin.
Roja Çarşemê tîmên endezeyê yên girêdayî hêzên hikumeta Sûriyê bi çavdêriya Nivîsgeha Têkiliyan a QSD`ê 42 cenaze ji gora komî ya duduyan a li nêzî gundê Xefiye El-Wehib li navçeya Eyn Îsa derxistin.
Her du gorên komî yên endamên tugaya 93. İn, ku havîna 2014`an ji hêla DAIŞ`ê ve hatine kuştin. Berî niha jî 15 cenaze hatibûn derxistin. Bi cenazeyên dawiyê re jimara cenazeyên ji her du goran hatîn derxistin gihat 57`an.
Nivîsgehê cenazeyên ji her du goran hatîn derxistin radestî hêzên hikumeta Sûriyê kirin.
Li gundewarê navçeyê gelek gorên komî yên tugaya 93. hene. Lê heta niha 4 tenê hatine dîtin.






