Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ragihand ku welatiyên herêmên rêveberiyê dikarin di deriyê Tebaqa û Minbicê re derbasî herêmê bibin.
Di biryarê de hat gotin: “Welatiyên herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kesên belgeyên mayînê bi wan re heyîn, dikarin ji dîroka 3.9.2020’an ve, di deriyê Tebqa- Minbicê (Ebû Kehef) re derbasî herêmê bibin.”






