Sunday, May 11, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Komîna Sînemayê ya Avrîn amadekariya Mihrîcana Lêlûn ragihand

31/08/2020
in Uncategorized
A A
Komîna Sînemayê ya Avrîn amadekariya Mihrîcana Lêlûn ragihand
Share on FacebookShare on Twitter

Rayedarên Komîna Sînemayê ya Avîrn diyar kir ku Mihrîcana Lêlûn a navneteweyî wê li kampên koçberan yên li Şehba li dar bikeve. Herwiha eşkere kir ku heta niha 2 hezar û 200 fîlm ji 150 welatan girtine. Ji wan 58 fîlm li gorî jimara rojên Berxwedana Serdemê ya qonaxa yekê hilbijartine.

 

Bi tevlîbûna gelek dezgehên çapemeniyê, berpirsên Komîna Sînemayê ya Avrîn civîneke çapemeniyê li Kampa Berxwedan a li kantona Şehba li dar xist. Ji bo ku amadekariyên Mihrîcana Lêlûn a navneteweyî ya ku tê payîn 21`ê Îlonê li dar bikeve, eşkere bikin.

Endamê rêveber ê Komîna Sînema Avrîn Mihyedîn Arselan di civînê de axivî û diyar kir ku ji bo eşkerekirina xebata şeş mehan a lidarxistina Mihrîcana Lêlûn a navneteweyî, civîn li dar xistine.

Arselan got, armanca me ji pêşandana mihrîcanê li kantona Şehba û di nava koçberan de, şkandina bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagîrker li dijî şêniyên herêmên dagîrkirî û koçberên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî ye.

Arselan di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku armanca wan ji mihrîcanê di vê dema hesas û dijwar de li gel belavbûna vîrûsa Korona li cîhanê, ragihandina êşa koçberan bi riya kesayetên navdar ên ku di warê sînemayê de kar dikin.

Li gorî Arselan 2 hezar û 150 fîlm ji 150 welatan hatine girtin. jê 58 fîlm li gorî hejmara berxwedana şêniyên Efrînê li hemberî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de hatin pejirandin.

Arselan diyar kir ku mihrîcan wê li Kampa Berxwedan di nava koçberên Efrînê de li dar bi keve û wiha got: “Em hêvî dikin ku ev mihrîcan li cîhanê deng vede û balê bikişîne ser bêdengiya navneteweyî li hemberî dagîrkirina herêmên xwe ji hêla artêşa Tirk a dagîrker û çeteyên wê ve.”

Di civînê de deriyê pirsan ji rojnamevanan re hat vekirin. Rêveberên komînê jî bersiva wan dan û diyar kirin ku fîlm wê li Şehba tenê werin pêşandan.

 

Post Views: 29
ShareTweetPin

Herî Dawî

Bi meşekê girseyî Roja Zimanê Kurdî li Qamişlo hat pîrozkirin
NÛÇE

Bi meşekê girseyî Roja Zimanê Kurdî li Qamişlo hat pîrozkirin

11/05/2025
‘Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî rewa û bingehîne’
NÛÇE

‘Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî rewa û bingehîne’

11/05/2025
‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’
JIN

‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’

11/05/2025
Mizgîn: Fermandar û lehenga azadiyê
JIN

Mizgîn: Fermandar û lehenga azadiyê

11/05/2025
Jineolojî: Zanista Jin a ji çiyayên Kurdistanê li her derê cîhanê belav bû
CIVAK Û JIYAN

Jineolojî: Zanista Jin a ji çiyayên Kurdistanê li her derê cîhanê belav bû

11/05/2025
PLANÊN TIRKIYÊ LI BENDAVA ŞEHÎDAN TÊK ÇÛ
HAJMARA PDF

PLANÊN TIRKIYÊ LI BENDAVA ŞEHÎDAN TÊK ÇÛ

11/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.