Cenazeyên 3 şerevanên Hêzên Erkê Xweparastinê ku di êrişa 28’ê Tebaxê ya ser navçeya Eyn Îsa de şehîd bûbûn, li goristana Şehîdan a Minbicê hatin veşartin.
Bi sedan şêniyên bajêr û gundewarên Minbicê cenazeyên şervanên Hêzên Erkê Xweparastinê Ebdurehman Ebdullah Îsmaîl, Ebdullah Mistefa Mistefa û Sabir Xelef El-Hacî ku 28’ê Tebaxê di êrişa artêşa Tirk a dagîrker û çeteyên wê yên ser gundewarên Eyn Îsa de şehîd bûbûn, veşartin.
Di merasima li goristanê de Hevserokê Bûroya Parastinê ya bajarê Minbicê û gundewarê wê Kendal Osman, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Îbrahîm Xilêf, hevserokê Meclisa Qanûnsaz Mihemed Elî Ebo û endama Meclisa Jin Nesîr Elî axivîn.
Piştî axaftinan cenazeyên şehîdan spartin axê.





