Çavkaniyên taybet ji ANHA re ragihandin ku piştî amadekariyên du mehan, veguhestina beşa yekê ya çeteyên Sûriyê yên li bakurê Sûriyê ber bi Azerbaycanê ve dest pê kir.
Çavkaniyên ku nasnameyên xwe ji ber ewleyiyê eşkere nekirin, gotin bi dehan çeteyên ‘Artêşa Nîştimanî’ yên li herêmên dagîrkirî li bakurê Sûriyê belav dibin, bi taybetî Efrîn û Ezazê, di ser Tirkiyê re derbasî Azerbaycanê bûn.
Dewleta Tirk dixwaze çeteyên Sûriyê tevlî şerê di navbera Eremenistan û Azerbaycanê de bike. Çawa ku 15 hezar çeteyên Sûriyê li gorî daneyên rojnameyên cîhanî, şandine Lîbya. Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) 500 çeteyên Sûriyê li Libya hatine kuştin.
Li gorî çavkaniyan, li sûka bajarê Ezazê nivîsgeheke veşartî ji bo tomarkirina navan heye. Yeka mîna wê li bajarê Efrînê jî heye.
Piştî amadekariyên du mehan, çeteyên Sûriyê bi balafirên dewleta Tirk ber bi Azerbaycanê ve têne veguhestin.
Heman çavkaniyan diyar kir ku dewleta Tirk bi çeteyan re ji bo 3 heta 6 mehan beramberî 5 hezar dolarî her mehê, imze kiriye.






