Rojnamevan Ehmed Zaxoyî û çalakvanê civaka sîvîl Cîhangir Sindî ku ji aliyê PDK’ê ve hatibûn destgîrkirin, hatin berdan.
Rojnamevan Ehmed Zaxoyî ku ji aliyê PDK’ê ve li Zaxo hatibû girtin, piştî 11 rojan roja Yekşemê hat berdan.
Li gorî agahiyên nûnerê Sentera Metro ya Herêma Behdîna Eyhan Seîd dayî Roj News’ê di nava 11 rojan de bi ti awayî Ehmed Zaxoyî nehatiye darizandin. Herwiha hat gotin PDK’ê rê nedaye ti kesî serdana Ehmed Zaxoyî bikin û bê ku biryareke dadwer hebe, hatibû girtin.
Çalakvanê civaka sîvîl Cîhangîr Sindî jî ku ji aliyê PDK’ê ve hatibû girtin, hat berdan. Nayê zanîn ka rojnamevan Ehmed Zaxoyî bi kefalet hatiye berdan yan na.






