Fermandariya YBŞ’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku artêşa dewleta Tirk a dagîrker 23 û 25’ê Tebaxê bi balafirên bêpîlot erişî Şingalê kiriye lê her du êriş jî bêencam mane.
Daxuyaniya Fermandariya YBŞ’ê wiha ye:
“Di salvegera qetlîama 3’yê Tebaxa 2014’an, komkujiya li gundên Tilezêr, Sîba û Koço de dewleta faşîst a Tirk di van rojan ku hê jî şehîdên van komkujiyan dihatin bîranîn bi balafirên SÎHA du êriş pêk kirin. Ne ji êrişa 23 Tebaxa 2020’an ne jî ji êrişa 25 Tebaxa 2020’an encam negirtin.
Ev yek dide nîşandan ku dewleta Tirk li hemberî qada me a Şengalê konsepteke nû daye destpêkirin. Dewleta Tirk bi van êrişan ve dixwaze fermana 2014’an bi encam bike. Çawa ku 3’yê Tebaxa 2014’an bi destê çeteyên DAIŞ’ê ve dixwestin qetlîaman pêk bînin, îro jî yên ku van êrişan pêk tînin, hêzên ku plana 3’yê Tebaxa 2014’ân xistine meriyetê ne. Yên ku van êrişan plan dikin û pêk tîne MÎT’a Tirk, Parastin, kes û hêzên hevkar ên herêmî ne. Ger îro ev êriş pêk tên, em pir baş dizanin kesên ku bi Parastinê re hevkariyên qirêjî pêk anîne û bi agahiyên îstixbarata van ve pêk tê.
Yên dîroka xwe ji bîr bikin siberoja xwe û hêstên xwe jî ji bîr dikin. Ji bo vê jî em carek din dubare dibêjin yên ku di nav hevkarî û îxanetê de ne, bila dest ji van lêgerînan berdin. Ji ber ku yên dibin hevkarê van êrişên li ser gel û hêzên me de pêk tînin wê teqez hesab jî bidin.”






