Partiya serdest a li Başûrê Kurdistanê asta binpêkirinên xwe yên li dijî rojnamevanan zêde kir.
Desthilata Başûrê Kurdistanê di çend hefteyên borî de ango bi belavbûna xwepêşandanên li dijî gendelî û destwerdana dewleta Tirk a dagîrker re, fişarên xwe li dijî rojnamevanan zêde kirin.
Li gorî çavdêr û şopîneran, desthilata Başûrê Kurdistanê hewl dide ku rojnamevan û gel di rewşeke “nebînin, neaxivin û nebihîsin” de bihêle. Ji ber van siyasetan xwepêşandan û serhildanên gel rabûn ku banga azadî û demokratiyê û hilweşîna partiya desthilat dike.
Di 19’ê vê mehê de, şêniyên Zaxo li dijî derbasbûna erebeyên dewleta Tirk ya xaka wan re xwepêşandek li dar xistin. Ev xwepêşandan ji hêla çapemeniyê ve jî hate şopandin. Ji wê rojê û heta îro desthilatên başûr hemeleyên girtinê li dijî her kesê/a ku li ser xwepêşandan biaxive dest pê kiriye û kanalên televîzyonê girtin, ji wan kanala NRT e.
Navenda Metro ya Parastina Mafên Rojnamegeran bi daxuyaniyekê navên 33 rojnameger û çalakvanên ku hatine girtin, eşkere kirin. Lê hinên din jî hene hê navên wan nehatine belgekirin. Desthilat, siyaseta tirsê li her kesê/a nêzî dosyayên gendelî û siyasî bibin, pêk tînin.






