Malbatên şahîdan ên bajarê Helebê êrişên çeteyên dewleta Tirk ên ser goristana şehîdan a Serê Kaniyê şermezar kirin û gotin dewleta Tirk ji ber bêdengiya hikumetên cîhanê, sûcên xwe didomîne.
Meclisa Malbatên Şehîdan a taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê daxuyaniyek da. Endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Ewaş Çawîş daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“AKP’ê ya bi serkêşiya Erdoganê dîktator li pêş çavên tevahî cîhanê û bêdengiya hikumetên wê tevahî mîsaq û qanûnên navneteweyî yên girêdayî mafên mirovan, binpê kirin. Her wiha tevahî rêbazên derexlaqî ji bo çewisandina nasnameya gelê Kurd, qirkirina çand û dîroka wê, bi kar anîn. Mîna çawa li Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê û Şengalê kirine. Ev sûc çeteyên DAIŞ’ê yên terorîst pêk anîn, niha jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê seriyan jê dikin, bi cenazeyan dilîzin, goristanan wêran dikin û jinan tecawiz dikin.
Em bang li rêxistinên mafên mirovan, civaka sivîl, bawermendên demokrasiyê û aştiyê dikin ku ji bo rawestandina sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê destwerdanê bikin.”





