Kesayeta welatparêz, dayîka 3 şehîdan Zekiya Hesen Hesen di temenê xwe yê 75 salî de ji ber Koronavîrûsê li Şehbayê wefat kir.
Zekiya Hesen Hesen, ku dayika 3 şehîdan e û kurekî wê di girtîgehên faşîzmaya dewleta Tirk de ye, di temenê xwe yê 75 salî ji ber Koronavîrusê li kantona Şehbayê wefat kir.
Dayika Zekiya Hesen, ji destpêka damezirandina Tevgera Rizgariya Kurdistanê de, fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan dinase û 3 kurên wê tev li refên tevgerê dibe.
Dayîka Zekiya Hesen, dayika 3 şehîdan e “Rênas di salên 90’î de tev li Tevgera Rizgariya Kurdistanê dibe û şehîd dibe, Hesen (Bedran) li çiyayên Kurdistanê şehîd dibe û endamê Asayîşa Efrînê Nedîm li kantona Efrînê şehîd dibe”.
Her wiha kurê wê Fûad Efrîn ji aliyê desthilata Tirkiyê ve hate girtin û 36 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn, niha di girtîgehên rejîma Tirkiyê de ye.





