Dewlata Tirk a dagîrker û çeteyên wê piştî serdegirtina malan, 3 ciwan ji gundên Efrînê revandin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên ji hundirê Efrînê ragihand ku çeteyên artêşa Tirk bi ser gundê Dêrsewan ê girêdayî navçeya Şêra ya kantona Efrîna dagirkirî de girt û 3 ciwan revandin.
Çavkaniyan bi bîr xist ku hêzên dewleta Tirk a dagirker û bi koordîneya çeteyên Cebhet El-Şamiyê roja duşemê gundê Dêrsewan dorpêç kir û bi alîkariya bi dehan leşker û panzêran bi ser malên şêniyan de girt, li gel wê jî tirs û xofek li cem şêniyan çêkir û 3 ciwan ji gund revandin.
Li gorî rêxistinê navên çend kesên ku hatine revandin ev in; Hesen Mihemed Kilcamo (24) û dayika wî Zeyneb, Hesen Tobal (22) kurê Sibhî û Zekiya, ciwanekî (17) kurê welatiyê bi navê Yusiv Tobal û dayika wî Muna. Her wiha ew ciwan bêyî tu tawanan hatin revandin û ber bi navendeke li xaka Tirkiyê ve birin û hê jî çarenûsa wan ne diyar e.





