Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku ji Heftanînê heta Xakurkê di çalakiyên gerîla de herî kêm 12 leşkerên Tirk hatine cezakirin û li Sêrt, Bedlîs û Şirnexê jî şerên giran çêbûne. Li Ebexê jî çalakiyeke sabotajê hat kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku ji 29’ê Hezîranê heta 21’ê Tebaxê li herêmê gerîlayan gelek çalakî kirine û şerên giran çêbûne. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di hin çalakiyan de jimara leşkerên ‘hatîn cezakirin’ nehatiye tesbîtkirin û diyar kir ku bi qasî hatî tesbîtkirin 12 leşkerên dijmin hatine kuştin.
Di daxuyaniya HPG’ê de hat gotin ji Heftanînê heta Xakurkê di çalakiyên gerîla de herî kêm 12 leşkerên Tirk hatine cezakirin û li Sêrt, Bedlîs û Şirnexê jî şerên giran çêbûne. Li Ebexê jî çalakiyeke sabotajê hat kirin.






