Çavkaniyên herêmî roja Çarşemê dan xuyakirin ku li bajarokekî rojhilatê Nîjerya çeteyên DAIŞ’ê bi sedan kes destegîr kirine.
Şêniyên herêmê ji AFP’ê re diyar kirin ku çeteyên DAIŞ’ê li rojavayê Afrîkayê derbasî herêma Cocawa ya li gola Çadê bûn.
Li gorî heman çavkaniyan, çeteyên DAIŞ’ê bi sedan kesên ku vegeriyane welatê xwe piştî du salan li kampa koçberan mane, girtin.






