Li gorî agahiyên hatîn bidestxistin, çeteyên “Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê” yên girêdayî dewleta Tirk a dagîrker, hewl dan milkên sîvîlan ên li gundê Dibse yê dagîrkirî li rojavayê gundewarê navçeya Til Temirê li nêzî riya M4 talan bikin.
Lê dema gundiyan rê neda ku çete milkên wan bidizin û dijberî siyasetên wan derketin, çeteyan du ji wan revandin û birin cihekî nediyar.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi armanca valakirina herêm û pêkanîna guhertina demografîk, dem bi dem sûcên cuda li dijî sivîlên gundên li ser eniyên şer ên gundewarên Til Temirê pêk tînin.






