Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 27 kesên din bi Koronavîrûsê ketine. Bi vî awayî jimara giştî gihîşt 280`an. Herwiha 17 nexweşan jî jiyana xwe ji dest daye.
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daneyên dawî yên Koronavîrûsê (Covid-19) eşkere kirin û da zanîn ku li herêma Cizîrê 2 nexweşên din jiyana xwe ji dest dane.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku jineke 60 salî ji bajarê Qamişlo û mêrekî 70 salî ji bajarê Hesekê ji ber Koronavîrusê jiyana xwe ji dest dane.
Mistefa destnîşan kir ku di nava 24 saetên derbasbûyî de 27 kesên din nexweş ketine û daneyên dawîn wiha ne:
Qamişlo: 17
Dêrik: 5
Hesekê: 5
Mistefa got kesên di 24 saetên derbasbûyî de bi vîrusê ketine, 16 mêr û 11 jin in.
Heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî daneyên heta roja 20ê Tebaxê, 280 kes bi vîrusê ketine û 17 nexweşan jî jiyana xwe ji dest daye.





