Êzîdiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Mala Êzîdiyan ya Helebê şehîd Mam Zekî Şingalî bi pêmanasalvegera duduyan ya şehadetê de bîr anîn.
15’ê Tebaxê salvegera duduyan a şehadeta endamê Koordînsayona Civaka Êzîdî û endamê Desteya Rêveber a KCK`ê şehîd Îsmaîl Ozden (Mam Zekî Şingalî) bû. Mam Zekî Şingalî di dema vegera ji merasîma bîranîna şehîdên komkujiya gundê Koco yê Şingalê de dewleta Tirk a dagirker erebeya ku ew tê de bû kir hedef û di encamê de şehîd bû.
Bi vê pêmanê Yekîtiya Êzîdiyan ya herêma Efrîn û Mala Êzîdiyan ya Helebê daxuyaniyek dan. Herwiha Mala Êzîdiyan ya herêma Cizîrê jî li ser malpera xwe ya fermî ya tevna civakî daxuyaniyek da ku tê de Mam Zekî hatbîranîn.
Bi dehan endamên Yekitiya Êzidî û endamên Yekitiya Jinan a Êzidî li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê kom bûn ku beşdarî daxuyaniyê bibin, daxuyanî bi zimanên erebî û kurdî ji hêla Orîvan Menan û Esed Marko ve hat xwendin. Her wiha li bajarê Helebê jî li pêş Mala Êzidî ya li beşa rojavayê taxa Şêxmeqsûdê endama Mala Êzidî Xanim Husên daxuyanî xwend.






