Şaneya Aloziyê ya li herêma Efrînê piştî agahî girt ku li navçeya Ehresê ti kes bi vîrûsê neketiye, navçe ji karantînayê derxist.
Li Ehresê ya kantona Şehbayê welatiyek (45) bi Koronavîrûsê ketibû û jiyana xwe ji dest dabû. Ji ber wê Şaneya Aloziyê qedexeya derketinê danî ser û 14 rojan navçe xist karantînayê.
Piştî şaneyê piştrast kir ku li navçeyê nexweş nînin, karantîna rakir û destnîşan kir ku di çarçoveya xweparastina ji vîrusê de çûnhatina di navbera navçeyan de qedexe ye.
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku heta niha 182 kes bi Koronavîrusê ketine, 10 kes mirine û 10 kes jî baş bûne.





