Şemiya borî mayînek bi erebeya Hevserokê Desteya Çandiniyê ya Dêrazorê de li ser riya Ebû Xeşeb ya gundewarên rojhilatê Dêrazorê teqiya.
Roja Şemihê piştî danê nîvro hin kesên nenas hevserokê Komîteya Çandiniyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Mihemed Abdullezîz li ser rêya Ebû Xeşeb kirin hedef.
Li gorî agahiyên dawî, Mihemed Abdullezîz bi birîndarş rizgar bûye.
Tîmên pispor ên rakirina mayînan berê xwe da herêmê û dest bi lêkolînê kirin.





