Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

El-Mehcûb: Weliyê Reqa, kujerê Kesasîba û terorîstên navneteweyî gihîştin Lîbyayê

17/08/2020
in NÛÇE
A A
El-Mehcûb: Weliyê Reqa, kujerê Kesasîba û terorîstên navneteweyî gihîştin Lîbyayê
Share on FacebookShare on Twitter

Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê navên serçete û komên terorîst ên ku dewleta Tirk şandine Lîbyayê kifş kirin, ji wan; waliyê Reqayê yê di dema çeteyên DAIŞ`ê de herêm xistibû destê xwe, çend alîkarên wî, kesên herî girîng yên di nava lîsteya reş a Koalîsyona Navdewletî de û kesekî ku destê wî di şewitandina pîlotê urdinî Muaz El-Kesasîba de heye.

Xalid El-Mehcûb ji ajansa nûçeyan ANHA re diyar kir ku serokkomarê Tirkiye Recep Teyyîp Erdogan ji bo rêxistina DAIŞ`ê li rojavayê Lîbyayê bi cih bike plan danîne, terorîstên girêdayî çeteyên DAIŞ`ê ji Iraq û Sûriyê û rêxistina Gurên Gewr ku ev her rêxistin jî li gorî biryarên Meclisa Ewlehiyê ya Navneteweyî di lîsteya terorê de ne, derbasî Lîbyayê dike.

Gerînendeyê Rêveberiya Perspektîfên Manewî yê artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê destnîşan kir  ku di demên dawîn de rêxistinên terorîst ên wekî serçeteyên DAIŞ`ê û rêxistina Gurên Gewr ji bo li Lîbyayê DAIŞ bi cih bikin gelek civîn li dar xistin û wiha domand:” Waliyê Reqayê Fayîz El-Eqal ê di dema rêxistina DAIŞ`ê de herêm kontrol kiribû, birayên wî Xalid û Fadil, berpirsê çekdarkirina DAIŞ`ê li aliyê rojava anku aliyê bi navê wîlayeta Reqayê Mifnî El-Kehal jî beşdarî civînê bûn.”

ꞌGIRÎNGTIRÎN KESÊN JI ALIYÊ KOALÎSYONA NAVNETEWEYÎ TÊNE  XWESTINꞌ

El-Mehcûb bal kişand ser ku kesê bi navê Îsmaîl Îdo jî beşdarî civînê bû, ew jî serçeteyekî DAIŞ`ê û endamekî istixbarata dewleta Tirk e û ji aliyê Koalîsyona Navneteweyî ve tê xwestin û di nava lîsteya terorê ya reş de ye.

El-Mehcûb piştrast kir ku serçeteyê DAIŞ`ê yê xeter Feysel Belo ku li herêma Girê Spî ya Sûriye bi navê”Emîrê Komê” dihat naskirin, dewleta Tirk bi komên tundrew re şandin Lîbyayê. Belo di nava 4 kesên ku li pêşberî çavên cîhanê pîlotê Urdinî Muaz El-Kesasîba şewitandibû bû.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.