Navenda Parastina Gel ji ber ku derbên giran li hêzên dagîrker ên Tirk dane, Fermandariya Eyaleta Heftanînê pîroz kir
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) di peyama xwe ya nivîskî de bal kişand ser çalakiyên gerîla yên ku di 8’ê Tebaxê de li qada Pîrbûlayê li dijî hêzên dagirker ên Tirk hatine lidarxistin.
Di peyama NPG’ê de hat gotin, Li hemberî êrîşên dagirker a ku dewleta Tirk a dagirker di 16’ê Tîrmehê de li dijî herêma Heftanînê daye destpêkirin, heta niha berxwedana hêzên we derbên giran li dijmin xistiye. Li hemberî hêzên faşîst ên ku bi amûr û alavên teknolojîk hewl dide Heftanînê dagir bike, hêzên we herî dawîn di 8’ê Tebaxê de li qada Pîrbûlayê bi çalakiyên berfireh derbên giran li dijmin xistiye. Ev çalakî serkeftî ne û di warê taktîkê de jî dijmin têk birine.






