Piştî ku nexweşê yekê yê Koronayê li kantona Kobanê hat belgekirin, Rêveberiya Xweser li herêma Firatê biryarên nû dan.FacebookTwitterWhatsAppTelegram
Roja Çarşemê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 16 nexweşên (covid-19) li herêmên Reqa, Hesekê, Qamişlo û Kobanê belge kirin. Bi vê yekê hejmara nexweşan dibe 86`an û jê mirine.
Ji bo pêşîlêgirtina belavbûna Koroanvîrusê, Rêveberiya herêma Firatê komek tedbîr û biryarên nû dan.
Biryarên Şaneya Aloziyê:
-Ketin û derketina ji herêma Firatê û ber bi herêmê ve qedexe ye. Tenê rewşên nexweşiyên giran, madeyên tenduristî û stêrên petrolê, madeyên xwarinê û rêxistinên mirovî ji biryarê pêbar in.
-Li tevahî holan şahî, holên werzîş, qehwexane, parkên giştî û taybet kombûn qedexe ye.
-Xwaringeh tenê li ser pêkanîna xwestekên derve û li gorî şertên aştiya giştî dixebitin.
-Lidarxistina baweriyên olî li cihên perestgehan mîna nimêj û mewlûdan qedexe ye.
-Lidarxistina konê sersaxiyê qedexe ye.
-Serdana li nexweşxane û girtîgehan qedexe ye.
-Xebata perwerdê li tevahî dibistan, dayîngeh, baxçeyên zarokan, peymangehên taybet û akademiyan qedexe ye.
-Hejmara karkeran li saziyên Rêveberiya Xweser li gorî pêwîstiyê tê kêmkirin. Ji bilî saziyên ku karên wan her tim pêwîst e.
Ev biryar ji dema derketina wê û heta 18.08.2020’an pêk tê.





