Li gundê Satya yê navçeya Sûrê, esker mewlûda kurdî ya mela dixwend, di nivî de birî û hişyariya “Tuyê mewlûdê ya bi Tirkî yan jî bi Erebî bixwînî” kir.
Melayekî ku li gundê Satya yê girêdayî navçeya Sûr a Amedê, di taziyekê de mewlûda kurdî xwend, ji aliyê eskerê Tirk ve hat hişyarkirin.
Li gorî agahiyên welatiyên gund, esker ji meleya mewlûda kurdî dixwend re got, “Gelo hûn PKK’yî ne? Hûn çima bi kurdî mewlûdê dixwînin? Tuyê mewlûdê yan bi Tirkî ya jî bi Erebî bixwînî.” Esker ji mela xwest ku mewlûdê bibire û mela jî ji ber zextên esker mewlûda dixwend, di nivîde birî.






