Li Pîrbûla ya Heftenînê leşkerên dagîrker hatin dorpêçkirin. Di şerê qewimî de 13 leşker hatin kuştin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatîn girtin, komek leşkerên artêşa Tirk a li herêma Pîrbûla ya Heftenînê dema di nava liv û tevgerê de bûn, gerîlayan di saetên sibê de ew xistin dorpêçê.
Di şerê qewimî de li gorî agahiyên destpêkê 13 leşker hatin kuştin.
Artêşa Tirk qada şer bi helîkopterên Kobra, obus û hewanan bi dijwarî bombe kir.
Hat ragihandin ku hinek ji dagîrkeran çekên xwe avêtine û li bajahiyê belav bûne û reviyane. Şerê li herêmê dewam dike.






