Li herêma Heftenînê ya Başûrê Kursdistanê di encama çalakiyên gerîla de 5 leşkerên artêşa Tirk a dagîrker hatin kuştin. Herwiha li Sêrtê jî li dijî erbeyeke artêşa Tirk çalakiyeke sabotajê hat kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên dawî yên gerîla daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenînê de hêzên me 4’ê Tebaxê li dijî artêşa TC a dagîrker çalakî kirin. Di van çalakiyan de 5 leşkerên artêşa Tirk ya dagîrker hatin kuştin û wesatiek jî hat teqandin.






