Balafirên keşfê ku tê gotin yên artêşa dewleta Tirk in, herêma Şarbajêr ya Silêmaniyê bombebaran kirin.
Balafirên keşfê herêma Şarbajêr a Silêmaniyê bombebaran kirin. Balafiran heta deşta Jajolan û Kiwêrekan ku 3 kîlometre ji gundê Gelawe dûr e, bombebaran kirin.
Li gorî nûçeya Rojnewsê ziyaneke mezin gihîştiye bax û baxçeyên şêniyên herêmê. Nayê zanîn ka balafirên keşfê yên kîjan dewletê ne. Lê tê gotin ên dewleta Tirk in.
Qaymeqamê navçeya Mawet ya herêma Şarbajêr Kameran Hesen got, “Balafiran du caran herêm bombebaran kir. Balafirên keşfê jî heta saet 12:00’an li ser herêmê digeriyan.”






