Polîsên leşkerî yên Rûsya û leşkerên artêşa Tirk a dagîrker dewriyeya 27`an li gundewarê navçeya Dirbêsiyê û Zirganê pêk anîn.
Piştî dagîrkirina bajarê Serê Kaniyê û Girê Spî ya 9`ê Cotmeha 2019`an ji aliye artêşa Tirk û çeteyên wê ve, polîsên leşkerî yên Rûsya û hêzên artêşa Tirk dewriyeyên hevbeş didkin. Tevî peymana di navbera Rûsya û Emerîka de hê jî artêşa Tirk êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.
Dewriyeya hevbeş li gorî peymana Soçî pêk tê û roja Pêncşemê jî li Dirbêsiyê û Zirganê gera xwe domandin.
Dewriyeyê ji gundê Şêrikê yê rojvayê Dirbêsiyê dest pê kir û ber bi gundê Kesra yê navçeya Zirganê ve çû. Paşê vegeriya nuqteya destpêkê.
Dewriye ji 4 panzêrên her du aliyan û du helîkopterên Rûsya pêk hat.






