Berî çar rojan di navbera eşîra Demîm û Ebû Herdan ên li gundewarê rojhilatê Dêrezorê de şer derket. Di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da. Hêzên ewlekariyê û leşkerî destwerdan kirin.
Di navbera eşîra Demîm a li gundê Behra û eşîra Ebû Herdan a li bajarokê Hecînê yên li gundewarê rojhilatê Dêrezorê de şer derket. Di encamê de 2 kes mirin û 11 kesên din jî birîndar bûn.
Şerê di navbera her du malbatan de di roja yekê ji ber pirsgirêkên pereyên jeneratorê bû, roja duduyan jî eşîra Demîm êrişî eşîra Ebû Herdan kir û gule li hev reşandin.
Di encamê de kuştî û birîndar çêbûn. Hêzên leşkerî û ewleyiyê destwerdan kirin. Tê payîn ku bi nûnertiya rûspiyên herêmê alozî çareser bibe.






