Serokkomarê Lubnanê Mîşel Ewn di destpêka civîna Meclisa Wezîran de da zanîn ku bûyer gelek dijwar e û bajar bûye bajarekî wêran. Herwiha banga hevgirtinê li lubnaniyan kir da encamên vê kerasetê derbas bikin.
Ewn di axaftina xwe de spasiya rayedarên welatên dost û cîran ên piştgiriya xwe bi riya peywendiyan nîşan dayîn kir û bang li wan kir ku bilez desteka nexweşxaneyên bajêr û malbatên windayiyan bikin û wêraniya çêbûyî, restore bikin bi taybetî bendera Beyrûdê.






