Rêxistina Mafê Mirovan ya herêma Cizîrê diyar kir ku komkujiya dewleta Tirk li Minbicê kirî sûcê şer e, ji ber wê divê sûcdarên di dadgeheke navneteweyî de werin darizandin.
8 meh di ser lihevkirina Emerîka-Tirkiyê û Rûsya-Tirkiyê ya agirbesta li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re derbas bûn. Lê dewleta Tirk ya dagîrker xalên lihevkirinê binpê dike û êrişên xwe didomîne. Herwiha di nava bêdengiya Rûsya, Emerîka û civaka navneteweyî de rojane êrişî sîvîlan dike.
27`ê Tîrmehê artêşa Tirk ya dagîrker li gundê Qurt Wêran yê bajarê Minbicê komkujiyek kir. 6 sîvîl û 4 zarok şehîd bûn, 6 kes jî birîndar bûn.
Endama rêveber ya Rêxistina Mafê Mirovan ya herêma Cizîrê Evîn Cuma got, divê dadgeha navneteweyî, ji ber komkujiya li Minbicê dewleta Tirk darizîne. Lewre ev komkujî sûcê şer e. Lê mixabin li hemberî sûcên dewleta Tirk tev bêdeng in. Em bang li gelên demokratîk dikin ku zorê li hikumetên xwe bikin da sûcên dewleta Tirk rawestînin. “





